Lı Êlihê teqwiyeya polîsan
Lı Êlihê teqwiyeya polîsan
Lı Êlihê teqwiyeya polîsan
Li Êlihê li hemberî berxwedana gel ku polîsên hêza çevîk vekişiyan ji bajarên weke Hatay û Karaman teqwiye hat şandin.
Li Êlihê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Kobanê duh tevayî rojê di çalakiyên pêk hatin de ji bo polîsên neçar man paşdevekişiyan îro ji bajarên derdorê teqwiye hat kirin.
Hejmareke zêde ya polîsên hêza çevîk bi minubûsan anîn Midûriyeta Emniyeta polîsan a Êlihê.
Ekîbên teqwiyeyê yên çûn emniyeta polîsan hat hînbûn kuji bajarên derdorê Karaman û Hatayê anîne.
Li Êlihê di çalakiyên duh tevahiya rojê de ji bo xwedîderketina li Kobanê dewam kirin di saetên şevê de ji aliyê endamên Partiya Hur Dava ve di encama gulereşandina gel de Emre Demîr hat qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di şerê çekdarî yê li ber Serokatiya Bajarê Êlihê ya Partiya Hur Dava çêbû de, hewldanên endamên Partiya Hur Dava ya guleberdana bi hedefgirtinê û lînckirina kesekî bi dîmenan hat qeydkirin.
Li aliyê din li gel Walîtiya Êlihê derketina kolanan qedexe kiriye jî li taxên derdorê yên bajêr çalakî dewam dikin.