Li Êlihê Înîsiyatîfa Mafê Zarokan hat sazkirin
Li Êlihê Înîsiyatîfa Mafê Zarokan hat sazkirin
Li Êlihê Înîsiyatîfa Mafê Zarokan hat sazkirin
Li Êlihê komek parêzvanên mafên mirovan, Înîsiyatîfa Mafê Zarokan a Êlihê saz kir kir.
Li Êlihê komek parêzvanên mafê mirovan, diyar kirin ku wan Înîsiyatîfa Mafê Zarokan a Êlihê ava kir. Di avakirina Înîsiyatîfê de ev danezan hatin aşkerekirin:
“Em, wekî komek parêzvanên mafên mirovan, mafên zarokan jî mîna perçeyek yê van pirsgirêkan dibînin, me xwest dest biavêjin vê pirsgirêka girîng. Em dixwazin pirsgirêkên zarokan di nava xweseriya wê de were nîqaşkirin ji bo vê yekê me vê Înîsiyatîfê ava kir. Înîsiyatîfa me dê ji îro û pê de dest bi xebatên xwe dike, em vê yekê radigihînin tevahî kes û saziyên hişyar. Rêveberiya me wê di serî de li ser Medya civakî û bi navgînên ragihandinê bi hêza civakbûnê raya giştî çêbike û hêzekî xurt derxe holê. Teşeyê rêveberiya me hemû bi kesên çalekvan pêk tê ew ne girêdayî ti sazî û hîyerarşîkê ne.”