Li Êlihê bi hezaran kesî Şoreşa Rojava silav kirin
Li Êlihê bi hezaran kesî Şoreşa Rojava silav kirin
Li Êlihê bi hezaran kesî Şoreşa Rojava silav kirin
BDP’a Êlihê bi boneya Şoreşa Rojava silav bike şahiyek bi heybet li darxist. Di şahiyê de ji bo Rojava piştgirî hate dayîn.
BDP’a Êlihê bi boneya salvegera Şoreşa Rojav şahiyek bi heybet li darxist. Şahî li Parqa Kîne Em pêk hat. Li qada şahiyê pankartên “Em salvegera şoreşa Rojava silav dikin”, “Bi dirûşma rizgariya demokratîk û jiyana azad şoreşa Rojava silav dikin” hatin daliqandin. Li heman qadê Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, KCK, PKK û alên kesk, sor û zer hatin xemilandin. Di şahiyê de Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, endamê BDP Nezîr Gulcan, Hevseroka BDP’a Êlihê Serdar Atalay, rêveberên BDP, MEYA-DER, KURDÎ-DER, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên rêxisitnên civaka sivîl , endamên Meclîsa Jinan a Bajarê Êlihê û ciwan û bi hezaran kes amade bûn. Girseyê alên PKK, KCK û posterên Ocalan li qadê gerandin û bê navber sloganên “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî Serok Apo”, “Ocalan”, “YPG” ve “Şehît namirin” qîr kirin.
Şahiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir û li vir axaftina destpêkê Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay kir. Atalay, şoreşa Rojava li hemû gelê Kurd û Rojava pîroz kir û ji kesên di têkoşîna Rojava de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest. Atalay bi bîr xist ku şoreşa Rojava li her deverê tê pîrozkirin û da zanîn ku, her kes êdî li şoreşa Rojava xwedî derdikeve. Piştî Atalay, Koma Grava Rojê ya girêdayî Navenda Çanda Bihar derket ser dikê û newayên xwe xweş ji bo gel vegot. Di dema stran vegotina komê de li çar aliyên qadê fişekên hewayî hatin teqandin û xemla reng da ser dilgeşiya şahiyê. Bi teqandina fişekan re girsê slavên xwe ji Rojava re şandin û desteka xwe aşkere kirin.
Pişt re endamê MP’a BDP’ê Nezîr Gulcan axivî û da zanîn ku, ew silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Rojava re dişînin. Gulcan anî ziman ku, Ocalan bi aşkerekirina manîfestoya xwe re gelan re riyên çareserî û demokratîk bûyîne daye nîşandan. Gulcan wiha got: “Hikûmeta AKP bi desteka çeteyan êrîş dibe ser gelê Rojava. Destê xwe ji gelê rojava vekişînin. Êdî kurd bûne yek ne AKP û ne jî NATO nikarin pêşiya wan bigirin.” Piştî axaftina Gulcan, Hûnermend Maruf Alan bi stranê xwe ku gel dilgeş dike derket ser dikê û stranê xwe pêşkêşî welatiyan kir.
Pişt re Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî axivî û destnîşan kir ku, gelê Rojava bi tenê nîne û got ku hemû gelê Kurd dê destekê bide wan. Ata anî ziman ku, ew silavê xwe ji Ocalan, gelê Rojava, girtiyên zîndanan û gerîlayan re dişînin û diyar kir ku, dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye. Ata bal kişand ser pêvajoya çerseriyê û rewşa Rojhelata navîn û li gotinên xwe şoreşa Rojava zêde kir.
Piştî axaftina Ata, şahî bi stranên Koma Hîvron domiya û şahî bi stranên şoreşger ên Hûnermend Bulent Turan bi dawî bû.