Li Efrînê li ser peyama Ocalan û penaberan civîn

Li Efrînê li ser peyama Ocalan û penaberan civîn

Meclîsên gundên Maratê û Qîbar bi armanca nirxandina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê û rewşa penaberên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê koçî Efrîn û Kobanê kirine, ji şêniyên gund re civîn lidar xistin.

Meclîsa gundê Maratê ya Efrînê, ji şêniyên gund re bi armanca nirxandina rewşa dawî li Rojavayê kurdistanê û koçberên ji Helebê hatine Efrînê civînek lidar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de Endama koordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed peyama Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hate xwendin xwend û piştre li ser rewşa geşedanên dawî ya li Taxa Şêmeqsûd a Helebê axivî û got: “ Hin alî nûçeyên derew di nava gel de belavdikin. Em rojekê ne fikirîne ku bihustek ji xaka xwe ya pîroz bifroşin û kesên ku nûçeyên bi vî rengî belavdikin jî hevalên rejîma Sûriyeyê ne û dixwazin di herêmê de tevliheviyê derxin. “

Di heman çarçoveyê de Meclîsa Gundê Qîbar a Efrînê jî civînek ji şêniyên gund re lidar xist. Di civînê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin. Her wiha rewşa koçberên Helebê jî hate nirxandin.