Li Efrînê 9 çekdar hatin kuştin

Li Efrînê 9 çekdar hatin kuştin

Hate ragihandin ku, di encama şerê li navçeya Şêrewa ya Efrînê didomin 9 çekdarên komên çekdar yên girêdayî Artêşa Azad hatin kuştin û şervanekê YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyekî leşkerî ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ragihand ku, pevçûn di navbera YPG’ê û komên çekdar de li derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrewa ji piştî nîvro de bi awayekî demdemî didomin. Çavkanî diyar kir ku, 9 çekdar ji komên çete yên girêdayî Artêşa Azad hatin kuştin û hejmarekî din jî birîndar bûn. Her wiha 4 erebeyan yek ji wan doçka li ser barkirîbû û hejmarek ji çekên sivik YPG’ê deste ser kirin. Hate diyarkirin ku, şervanek yê YPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyekî din YPG’ê hêza xwe li gundê Bênê belav kir û dest danî ser avahiyekê ku sekvanên Artêşa Azad beriya niha li dijî welatiyan bikar dianîn.

Hate diyar kir ku, li derdora gundên Basilê û Aqîbê yên heman navçeyê bi dehan hektar ji zeviyên ceh û genim bi sedema topên hawanê ku komên çekdar diavêje hatin şewitandin.

Çavkaniyê leşkerî da zanîn ku pevçûnên derketine ji ber çalakiya YPG’ê ji bo rizgarkirina gundên ku di bin destên komên çekdar de mane û di encamê de şervanê YPG’ê Xebat ji ber birîna xwe li nexweşxaneya Avrînê jiyana xwe ji dest da.

Di derbarê mijarê de Saziya Malbatên Şehîdan bang li hemû Kurdistaniyên herêmê kir ku xwedî li şehîdên xwe derkevin û sibe tevlî merasima oxirkirina şervanê YPG’ê Xebat ku dê li goristan Şehîd Seydo ya navçeya Cindirêsê bê defin kirin.