Li Efrînê 500 malbatên koçber bûn li dibistanan hatin bicihkirin

Li Efrînê 500 malbatên koçber bûn li dibistanan hatin bicihkirin

Meclîsa Gel a Navçeya Bilbilê ya Efrînê 500 malbatên ji Şêxmeqsud koçbe rbûne li 10 dibistanên navçeyê bi cih kirin.

Ji ber topbarana rêjîma Suriyê ya ser taxa Şêxmeqsud de, bi dehan kes jiyana xwe jidest dan û gelek kes birîndar bûn, her wiha 100 hezar kes ji taxê koçber bûn.

Meclîsa Gel a Navçeya Bilbilê ya Efrînê 500 malbatên ji Şêxmeqsud koçber bûne di 10 dibistanên navçeyê de bicih kirin. Komîteya hevkariya civakî jî alîkarî li koçberan belav kir. Alîkariya ku li koçberan hate belavkirin ji de madeyên wekî zeyt, rûn, birinc, ard,  şekir û şîrê zarokan pêk dihat. Her wiha di nava alîkariyan de betanî jî hebûn.