Li DYA ba û bagerên mezin: Herî kêm 11 kes mirin

Li gelek eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ji ber ba û bagerên mezin herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Karesaetê xisareke mezin da derdorê.

Li gelek eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ji ber ba û bagerên mezin herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Karesaetê xisareke mezin da derdorê.

Li eyaletên beşa navîn a welêt û nêzî Okyanûsa Atlantîk, herî kêm 20 bagerên xurt hatin tespîtkirin. Li gelek herêmên din jî bayekî dijwar rabû.

Hat ragihandin ku leza bagera li eyaleta Mîssîssîppî, saetê 160 kîlometre bû. Li Tennessee, Arkansas, Illînoîs, Îndîana û Mîchîganê jî ba û bahoz rabû.

Waliyê eyaleta Mîssîssîppî Phîl Bryant diyar kir ku wan rewşa afetê îlan krine û li eyaletê herî kêm 14 karesatên ji ber bagerên emzin rû dane. Walî da zanîn ku bi qasî wan tespît kirine, li eyaletê 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li eyaletên Tennesse û Arkansasê herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî her du eyaletan, hat ragihandin ku li Alabama jî gelek kes winda ne.

Ji ber ku Cejna Noelê tê payîn ku 100 mîlyon kes li nava welêt û derveyî welatê li gerê bin. Li gelempeiya DYA herî kêm 500 seferên balafiran hatin betalkirin.

Li eyaletên Mîchîgan û Wîsconsînê, ji ber ba û bagerê 15 hezar mal û avahî hatin valakirin. Rayedarên Meteorolojiyê dan xuyakirin ku li Gola Mîchîganê ya navbera Kanada û DYA tevgereke xurt a bagerê heye û hişyarî dan ku ji ber vê yekê pêlên avê dikarin bigihêjin 4,5 metreyan.