Li Dortmundê çalakiya piştevaniya Tamîl-Kurd

Li Dortmundê çalakiya piştevaniya Tamîl-Kurd

Li bajarê Elmanya Dortmundê, şahiyek piştevaniyê ya gelên Kurd û Tamîlê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Rêxistina Ciwanan a Tamîlê (TYO) ve hat organîzekirin û nêzî 130 ciwan beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna têkoşerên herdu gelan ên di têkoşîna gelan de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Di çalakiyê de pêşandanên bi mijara çanda gelên Tamîl û Kurd hatin hatin lidarxistin û panêla li ser pirsgirêkên civakî û siyasî yên herdu gelan, pêk hatin.

Di panêlê de pêşkêşî li ser pirsgirêka Tamîlê, rewşa gelê Tamîlê li welatê xwe û rêxistinbûyîna wan a li dîasporayê hat kirin. Di pêşkêşiyê de bal hat kişandin ser komkujiya artêşa Srî Lankayê bi piştgiriya hêzên navnetewî di sala 2009'an de pêk anî bû û di encamê de bi sedan hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Di panêlê de bal hat kişandin ser girîngiya jinûve rêxistinbûyîna gelê Tamîlê ya li dîasporayê bi gelê Kurd re.

Di pêşkêşiya li ser rewşa Kurdistanê de jî, "Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, Berxwedana Taksîmê û Xweseriya Demokratîk hat nirxandin. Di pêşkêşiyê de hat ragihandin, ku komkujiya li dijî gelê Tamîlê hatiye kirin, dewleta Tirk xwest bi heman rengî li dijî gelê Kurd jî bike, lê ji ber ku bi ser neketiye, neçar maye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mûxatap bigire.


Piştî panêlê xwendekarên Kurd û Tamîlî di beşa çandî ya çalakiyê de, muzîk, şano û govend-dansên herêmî pêşkêş kirin. Di çalakiyê de her weha xwaina herdu gelan hat nîşandan.

Rêxistinên YXK û TYO, bi armanca xurtkirina piştevaniya navbera gelên Kurd û Tamîlê de berî salekê hatibûn cem hev û biryar dabûn hin rêzeçalakiyên hevpar lidar bixin.