Li dora avahiya Walîtiya Amedê maşînên zirxî hatin bicihkirin

Li dora avahiya Walîtiya Amedê maşînên zirxî hatin bicihkirin

Li Amedê, ku xwepêşandan di roja sêyemîn de dewam dikin, duh nîvê şevê yekîneyên leşkerî li ketin û derketina bajêr û nuqteyên stratejîk hatin bicihkirin.

Li dora avahiya Walîtiyê jî maşînên zirxî û yekîneyên leşkerî hatin bicihkirin. Avahiyên Edliye, Qeymeqamtî, Baskê 7. ê Artêşê û Qereqolên li bajêr bi maşînên zirxî hatin dorpêçandin.