Li Dirbêsiyê ji bo şervana YPG’ê merasimek girseyî

Li Dirbêsiyê ji bo şervana YPG’ê merasimek girseyî

Cenazeyê şervana YPG’ê Viyan Dirbêsiyê ku di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê.

Cenazeyê şervana YPG’ê Raxîda Mihemed Kûtê Nebî ya bi nasnav Viyan Dirbêsiyê ku dema peywirê xwe dikir, di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dabû, di saetên serê sibehê de li bajarê Amûdê, ji aliyê hezaran kesî ve ji navenda tendurîstiyê hate wergirtin.

Cenazeyê Viyan Dirbêsiyê ji vir li ser milan birin Navenda Ciwanên Şoreşger. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ku dilsoziya  bi cangoriyên Kurdistanê re tînin ziman hatin berzkirin. Di merasîmê her wiha alên YPG’ê û posterên Viyan Dirbêsiyê hatin rakirin.

Piştî merasîma girseyî cenazeyê Vîyan Dirbêsiyê ji bo ku bê definkirin ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ve hate oxirkirin.

Li Dirbêsiyê jî bi sedan kesên ji navenda bajêr û gundan hatibûn li derketina bajêr ji bo pêşqwazîkirina cenaze kom bûn. Welatiyên ku alên kurdî vekirin, benavber slogan berz kirin. Piştî karwanê ku cenaze dianî gihîşt bajêr, jinan cenazeyê Viyan Dirbêsiyê ji wesayîtê anîn xwarê û li ser milan heta Qada Şehîdan a li rojavayê bajêr birin. Piştî meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn, li qadê merasîm hate lidarxistin.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ekrem Mehemed Emîn axivî û got, “Em ked û xwîna şehîdên xwe gihîştine vê astê.” Piştre bavê Viyan Dirbêsiyê Mehemed Nebî axivî û diyar ku ew ê heta dawiyê li ser şopa “şehîdan” bimeşin. Endama YPG’ê Berçem Dilgeş jî li ser kesayeta Viyan Dirbêsiyê axivî û got ku wê YPG heta dawiyê li ser soza xwe be.

Serokê Meclîsa Gel a Herêma Dirbêsiyê Numan Erebo û Endama Yekîtiya Star Dilşa Mistefa jî di merasîmê de axivîn.

Di dawiya merasîmê de jî nameya Viyan Dirbêsiyê ya ku li pey xwe hiştibû hate xwendin. Di nameya xwe de Viyan Dirbêsiyê ji gelê kurd xwest ku çeka wê li erdê nehêlin û li dijî êrîşan bisekinin.

Piştî merasîmê cenaze ji aliyê hezaran kesî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cudî ve hate oxirkirin û li wir spartin axê.

Viyan Dirbêsiyê di sala 1991’an de li gundê Salihiyê yê Dirbêsiyê ji dayik bibû.