Li Dîlokê zincîre qeza: 35 kes birîndar bûn

Li Dîlokê zincîre qeza: 35 kes birîndar bûn

Li Dîlokê di zincîre qezaya ku 3 wesayît ketin nav hev 35 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa 2 kesan girane.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, li devera Beylerbeyî TIR’ekê li mînîbusa ku karkerên kargehê têdebûn û li rexê rê rawestiya bû da, ew mînîbus jî li kamyonekê ket. Di encama zincîre qezayê de 35 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên cûda yên Dîlokê, hate ragihandin ku, ji birîndaran rewşa du kesan girane.

Hate hînbûn ku, mînîbusa ku karkerên ji dema kar derketine hildigirt, ji ber sedema nîqaşa di navbera ajovan û karkeran de li rexa rê rawestiya bû, kamyon jî ji bo nîqaşê rawestînin rayedarên kargehê têdebûn.