Li Dîlokê 4 kes hatin kuştin, 20 birîndar
Li Dîlokê 4 kes hatin kuştin, 20 birîndar
Li Dîlokê 4 kes hatin kuştin, 20 birîndar
Li Dîlokê, alîgirên çeteyên DAIŞ’ê û faşîstan êrîşî xwepêşandana Kurdan a bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin, zêdetirî 20 kes birîndar bûn. Avahiyên DBP’ê yên li navçeyên Şahînbey û Şehîtkamil hatin şewitandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, xwepêşandana bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê, rastî êrîşa alîgirên DAIŞ, faşîst û polîsên Tirk hat. Di encama pevçûnan de zarokên bi navê Suleyman Balci yê 15 salî, Sevgî Alici ya 16 salî, Omer Uçeker ê 27 salî û kesek din ku navê wî nehate zanîn jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin di dema pevçûnan de avahiyên DBP’ê yên Şahînbey û Şehîtkamil hatin şewitandin.