Li dijî mewlûdê provakasyoan bi ala Tirkan
Li dijî mewlûdê provakasyoan bi ala Tirkan
Li dijî mewlûdê provakasyoan bi ala Tirkan
Li Wanê polîsên Tirk alên Tirk bi panzerên xwe ve kirin û dor li mewlûda ji bo şervanên YPG’ê Çetîn Ugurlu (Egîd Botan) yê ku di berxwedanaKobanê de jiyana xwe ji dest da, girtin û xwestin mewlûdê asteng bikin. Ji ber nerazîbûna gel polîs neçar man dest ji dorpêça mewlûdê berdin.
Li Wanê ji bo şervanê YPG’ê Çetîn Ugurlu (Egîd Botan) ê ku di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Şabaniyeyê mewlûd hate dayin. Ji ber mewlûdê polîsên Tirk alên Tirk bi wesayitên xwe yên zirxî ve kirin û dor li cihê mewlûdê girtin. Polîsan xwestin wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YPG’ê Ugurlu bên daxistin. Ji ber helwesta polîsan a li hemberî mewlûdê, gel li dorê konê ji bo mewlûdê hatibû vedan kom bû û nerazîbûn nîşanî helwesta provakator ya polîsên Tirk da û di navbera gel û polîsan de rageşî çêbû. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Endamê MP’ya HDP’ê Mustafa Avci û Serokê DBP’ya Wanê Musa Îtah bi gel re hevdîtin pêk anî û piştre polîsên Tirk dest ji dorpêçkirina konê ji bo mewlûdê hatibû vedan berdan.
Piştî polîsan dest ji dorpêça berda, ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê rêz hate girtin û piştre Serokê MEYA-DER’a Wanê Salih Kaplan axivî û diyar kir ku ew hewl didin ku bibin hêjayê şehîdan û da zanîn ku ji bo bikarin bibin hêjayê van şehîdan divê jiyana îdeal a şehîdan bixin pratîkê.
Serokê DBP’ya Wanê Musa Îtah jî diyar kir ku heta ew felsfeya şehîdan nezanin ew ê negihin jiyaneke azad. Îtah diyar kir ku divê gel li gorî vê jiyana xwe bi rêk û pêk bikin û wiha axivî: “Binêrin me îro careke din jî dît. Xwe li şehîdên me ranagirin. Ji ber ku ew ji jiyana îdeal a şehîdên me ditirsin. Ji xwedîderketina me ya li şehîdên me ditirsin û naxwazin em xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Dixwazin bi vê yekê polîtîkayên xweyên qirêj bidomînin.”
Îtah bi bîr xist ku hukûmeta AKP’ê destekê dide çeteyên DAIŞ’ê û da zanîn ku li kuderê Kurdeke bi rûmet hebe Erdogan êrîş dike û got: “Di meha borî de nêzî 50 mirovên me hatin kuştin. Gelê me yê ji bo rûmeta xwe rabû ser piyan li rastî êrîşa Erdogan hat.”
Herî dawî xizmên şervanê YPG’ê Ugurlu axavin û da zanîn ku Egîd ne şehîdê wan tenê ye, şehîdê hemû Kurdistanê ye û da zanîn ku ew bi Egîd serbilind in.
Mewlûd piştî dûa û xwarinê bi dawî bû.



