Li dijî kesên cejna Kobaniyan pîroz dikirin êrîş
Li dijî kesên cejna Kobaniyan pîroz dikirin êrîş
Li dijî kesên cejna Kobaniyan pîroz dikirin êrîş
Welatiyên li gundê Etmanek ê li sînorê Kobanê nobeta berxwedanê digirin, dema xwestin biçin kampa penaberên ji Kobanê ku ji aliyê AFAD'ê ve, li Parka Suleyman Şah hatiye avakirin û cejna wan pîroz bikin, rastî êrîşa leşkerên Tirk a bombeyên gazê hatin.
Welatiyên li gundê Etmanekê yê li sînorê Pirsûsa Bakurê Kurdistanê û Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nobeta berxwedanê digirin, xwestin biçin kampa penaberên ji Kobanê ku ji aliyê AFAD'ê ve, li Parka Suleyman Şah hatiye avakirin û cejna wan pîroz bikin. Leşkerên dixwestin girseyê asteng bikin jî bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li girseyê kir.
Leşkeran hem bombeyên gazê avêtin welatiyên ji gundê Etmanekê dihatin û hem jî bombeyên gazê avêtin welatiyên li wargehê û ji ber vê yekê girseyê jî bi keviran bersiva êrîşa leşkerên Tirk da. Welatî dirûşmayên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ" qêriyan.
Leşkeran bombeyên gazê avêtin gundê Etmanekê yê ku tu tevgerek lê tine bû jî. Di encama êrîşa leşkeran de welatiya bi navê Zeynep K. bi sivikî bîrîndar bû.