Li dijî Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hewldana êrîşê
Li dijî Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hewldana êrîşê
Li dijî Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hewldana êrîşê
Li hemberî Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bazîdê Alî Çakan, hewldana êrîşa çekdarî rû da. Hevserokê Navçeyê Çakan ê duh êvarê bi wesayîta xwe ji Wanê diçû Bazîdê li hewldana êrîşeke çekdarî rast hat.
Çakan ragihand ku ji gundê Sogûksû û pê ve ji aliyê wesayîteke bi plaqeya 33 FR 773 hatiye şopandin û ji bo bizanibe ka yên wî dişopînin kî ne, wesayîta xwe sekinandiye.
Çakan bûyer bi vî rengî vegot: "Duh êvarê dema ji Wanê diçûm Bazîdê, ji aliyê wesayîteke bi plaqeya Volkswagen Caddy a bi plaqeya 33 FR 773 ve hatim şopandin. Piştî şopandina demeke dirêj min wesayît sekinand, jê peya bûm û bi yên min dişopînin re min nîqaş kir. Min ji wan pirsî ka çima min dişopînin, bersiv nedan. Di wesayîtê de du kes hebûn. Yekî jê hewl da bi çekê êrîş bike. Ferdên malbata min pêşî li vê girtin. Ne bawerim ku bûyer rewşeke asayî ya mirovên hay ji xwe nîne. Di rojên dawî de li hemberî partiya me hewldanên lînçkirinê hene. Bi dîtina min ev jî pê ve girêdayî ye. Ez ê bidim dû vê bûyerê. Ez ê bişopînim."
Çakan ê hat navçeyê, çû dozgeriyê û gilî kir.