Li dijî gundekî Dêrsimê êrişa çekdarî

Li dijî gundekî Dêrsimê êrişa çekdarî

Li gundê Kanoglû yê ser bi navenda Dêrsimê, kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar, gule li malekê reşandin. Ev kesên mijara gotinê yên nekarî têkevin hundurê malê, gule li malên li derdorê jî reşandin û ji holê wenda bûn.

Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, îro danê sibê saet di 04.00'an de li gundê Kanoglû yê 20 kîlometre dûrî navenda Dêrsimê ye, êrişeke çekdarî rû da.

Kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ên hatin gund, hewl dan bikevin mala li pêşiya gund. Kesên mijara gotinê zor dan deriyê hesin ê malê û gule li xanî reşandin. Kesên ku nekarî bikevin hundurê xanî, vê carê jî yekser gule li malên derdorê reşandin.

Di bûyerê de kuştî yan jî birîndar nebûn û yekîneyên leşkerî veguhestîn herêmê. Heta niha nayê zanîn ka êriş ji aliyê kê ve û bi kîjan sedemê hatiye kirin.

Li gorî nûçeya DÎHA, welatiyê bi navê Şenol Gurarslan ê mala wî rastî 8 guleyan hatiye got, "Piştî ku deriyê min hate xistin, pêhîn li deriyê me xisitin. Lê me ne zanî ew kîne. Nêzî 10-15 deqeyan gule barandin. Şanse ku gule li me neketine." 

Gundiya bi navê Beser Gurarslan a mala wê rastî guleyan hatiye da zanîn ku li deriyê wê jî hatiye xistin û piştre gule hatine reşandin

Keyayê gund Îmam Polat jî têkildarî bûyerê agahî dan û da zanîn ku ji ber tarî bû wî kesên gule barandine nedîtiye.
 
Lêkolînên dozger û leşkeran li gund didomin.