Li dibistanê welatiyên Kobanê rastî lêpirsina taybet tên
Li dibistanê welatiyên Kobanê rastî lêpirsina taybet tên
Li dibistanê welatiyên Kobanê rastî lêpirsina taybet tên
Ji Kobanê di 5’ê Cotmehê de 160 welatiyên ji Kobanê hatin û di nav de rojnameger jî hene ev 4 roj in li Lîseya Fenê tên rawestandin. Welatiyên ji Kobanê hatine ji aliyê ekîbeke taybet a ji Enqereyê hatine tên pirsyarkirin li hemberî muameleya ne baş e ev 3 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ji ber welatiyên di bin çavan de ne rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran dê bikevin nava hewldanan.
160 welatiyên ku ji ber pevçûnan ji Kobanê di 5’ê Cotmehê de hatin û di nav de rojnameger jî hene li Lîseya Fenê ya Taxa Alîgora Pirsûsê tên rawestandin. Kobaniyên ku ji aliyê ekîbeke taybet a ji Enqereyê hatin ve tên pirsyarkirin û nehat hînbûn ku welatiyên Kobanê ji ber kîjan prosedurê tên rawestandin, Leşkerên ku li ber dibistanê disekinin nahêlin parlamenter û parêzer jî bikevin hundirê dibistanê.
Kobaniyên ku di bin navê sohbetê de tên pirsyarkirin ji ber muameleyên ku rast hatin ev 3 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ji bo Kobaniyên ku tên pirsyarkirin rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran dê bikevin nava hewldanan.
Li aliyê din di dibistana ku lêpirsin didome de ev 4 roj in ders nayên dîtin, heke prosedura Tirkiyeyê bê bikaranîn divê welatiyên Kobanê herî dereng îşev bên berdan. Lê li gorî agahiyan welatiyên Kobanê wê demeke din jî bên girtin.