Li Dêrsimê tevgera leşkerî
Li Dêrsimê tevgera leşkerî
Li Dêrsimê tevgera leşkerî
Li Dêrsimê, nîvê şevê liv û tevgera leşkerî hebû. Ji qereqola leşkerî ya li navenda bajêr, hejmareke zêde maşînên leşkerî derket û balkêş bû ku leşkeran kincên robokop li xwe kiribûn.
Ji qereqola leşkerî ya li navenda Dêrsimê, nîvê şevê hejmareke zêde maşînên leşkerî derketin.
Balkêş bû ku di hundurê maşînan de leşkerên bi kincên robokop hebûn û hat ragihandin ku her şev tîmên taybet li Pira Kemerbelê nobedê digirin.
Serê sibê jî li Dêrsimê liv û tevgera helîkopteran hebû.