Li Dêrsimê serdegirtina şantiyeyê
Li Dêrsimê serdegirtina şantiyeyê
Li Dêrsimê serdegirtina şantiyeyê
Komeke bi çêk ku êrîş bir ser ocaxa madena kromê ya li gundê Kirklar ê girêdayî Pilemûr a Dêrsimê piştî avahiya şantiyeyê û 6 maşîne şewitandin hin karker jî bi xwe re birin.
Hat îddîakirin ku danê nîvro komeke bi çek girtiye ser ocaxa madena kromê ya aîdî şîrkete taybet a li nêzî gundê Kirklar a girêdayî Pilemur a Dêrsimê û di encam de avahiya şantiyeyê û 6 makîne şewitandine û hin karkerên ku heta niha hejmara wan nehatiye zanîn bi xwe re birine û çûne ber bi herêma bi daristan.
Piştî bûyer hat bihîstin û şûn ve helîkopterên Skorsky ên ji Fermandariya Herêmê ya Cenderma ya Dêrsim rabûn tîmên taybet ên cenderma li herêmê bi cih kirin û opersyon dan destpêkirin. Helîkopterên kobrayan jî ku beşdarî operasyonê dibin, hat ragihandin ku ji bo were zanîn kê girtiye ser şantiyeyê lêgerîn hatine destpêkirin.