Li Dêrsimê ji bo mîhrîcanê paqijiya hawirdorê
Li Dêrsimê ji bo mîhrîcanê paqijiya hawirdorê
Li Dêrsimê ji bo mîhrîcanê paqijiya hawirdorê
Şaredariya Dêrsimê beriya 13'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê li newalên Munzur û Pîlemûriyê paqijiya hawirdorê da destpêkirin.
Şaredariya Dêrsimê bi dirûşmaya "Li Dêrsimê ji qirkirina çand û ekolojiyê re na" 13'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku di 25'ê mehê de wê pêk bîne, beriya mîhrîcanê li newalên Munzur û Pîlemûrîyê paqijiya hawirdorê da destpêkirin. Paqijiya hawirdorê ku duh di saetên serê sibê de destpê kir de, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, rêveberên BDP'ê, xebatkarên Şaredariyê û gelek welatî tevlî bûn. Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, da zanîn ku ji bo xwezayek paqij vê paqijiyê dikin û bang li her kesê ku tevlî mîhrîcanê bibin kir da ku xwezayê qirêj nekin.