Li Deriyê Sînor 7 Kobanî bi mirinê re rû bi rû ne!
Li Deriyê Sînor 7 Kobanî bi mirinê re rû bi rû ne!
Li Deriyê Sînor 7 Kobanî bi mirinê re rû bi rû ne!
7 Kobaniyên dema li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ bajarê xwe diparastin birîndar bûn ji bo tedawiyê derbasbûna wan a di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar re bi şêweyekî kêfî tê astengkirin.
7 Kobaniyên di êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê de birîndar bûn ji bo tedawîbûnê destûr nayê dayîn di deriyê sînor re derbasî Bakur bên kirin. Li gor agahiyên hatin girtin li gel di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ti rewşekî awarte jî nîne leşker û rayedar bi şêweyekî kêfî birina birîndaran a nexweşxaneyê asteng dikin. Hat diyarkirin ji birîndaran rewşa yekî giran e û pir xwîn winda dike.
Ji ber sedema kiryarên kêfî yên dewleta Tirk berî niha jî gelek Kobaniyan li deriyê sînor ji ber windakirina xwîna zêde jiyana xwe ji dest dan.