Li Dêrika Hemko radyoya Rojava FM vebû

Li Dêrika Hemko radyoya Rojava FM vebû

 Li bajarê Dêrika Hemko radyoya bi navê “Rojava FM” ku wê li ser pêla 89.4 MH weşanê bike, dest bi weşana test kir.

Li Rojavayê Kurdistanê ku bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re di her warê jiyanê de pêşketinên mezin çêdibin, di warê çapemeniyê de jî her ku diçe pêngavên nû têne avêtin.

Piştî Qamişlo û Kobanê li bajarê Dêrikê jî radyoyek herêmî hate vekirin. Radyoya bi navê “Rojava FM” ji aliyê Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz ve hatiye vekirin û wê li ser pêla 89.4 MH weşanê bike.

Radyoya ku dest bi weşana testê kir, di navbera saetên 07.00 û 24.00’an de weşanê bike. Rayedarên radyoyê diyar kirin ku ewê di pêşerojê de li tevahiya herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê weşanê bikin.