Li Derbendîxanê qeza: Ji malbatekê 2 mirin
Li Derbendîxanê qeza: Ji malbatekê 2 mirin
Li Derbendîxanê qeza: Ji malbatekê 2 mirin
Îro piştî nîvro li ser rêka di navbera Warmawa û Derbendîxanê de di encam qezayeke trafîkê de ji heman malbatê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku, îro piştî nîvro li nêzîk gundê Mîredê li ser rêka serekî ya di navbera Warmawa û Derbendîxanê ya ser bi Silêmaniyê ve de otomobîlek qulipî, di encamê de ji heman malbatê dayîk û bav jiyana xwe jidest dan û 5 kesên din jî birîndar bûn. Tê gotin ku birîna hinek ji wan kesên birîndar girane. Hate hînbûn ku, dayîk û bavê jiyana xwe ji dest dane, ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê û birîndar jî li nexweşxaneyê têne dermankirin.