Li Darahênê polîsan wesayît gulebaran kirin: 5 mirî

Li Darahênê polîsan wesayît gulebaran kirin: 5 mirî

Li nêzî pira Çemê Murad a navçeya Darahênê ya Çewlike polîsên ku wesayîtek gulebaran kirin 5 kes kuştin.

Ajansên nêzî hikûmetê îdîa kirin ku kesên di wesayîtê de guh nedane hişyariya polîsan a raweste û bi çekan bersiv dane. Hat îdîakirin ku ji 5 kesên jiyana xwe ji dest dane 4 kes “PKK’yî ne û piştî êrîşa li hember Midûrê Emniyetê ku ji cihê bûyerê reviyane kirine kemînê”. Lê belê nasnameya kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane zelal nebû.