Li Çomanê kampanyaya îmzeyan berdewam dike

Li Çomanê kampanyaya îmzeyan berdewam dike

Kampanyaya îmzeyan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku li Başûrê Kurdistan berdewam dike, li qezaya Çomanê devera Belakatê jî didome. Duh şandeyek ji endamên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan PÇDK’ê çûn serdana Tevgera Goran ya li qezaya Çomanê.

Piştî hevdîtinê nûnerê Goran Siyamend Elî Mehmûd got; “Di demeke wiha de komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo gelekî bi wate ye û ji bo gelê Kurd jî girîng e. Bi taybet ji bo herêm û hemû cîhanê di vê demê tê xwestin ku Rêber Apo azad bibe, em jî weke Tevgera Goran li gel vê kampanyayê ne. Her wiha divê her kes di vê demê de alîkariyê ji bo vê kampanyayê bide. Ji ber her demê bandora Rêber Apo li ser herêmê heye, êdî dem hatiye ku hemû pirsgirêk bi nîqaş û diyalogan werin çareserkirin. Ji lewma jî divê hem dost û hem jî neyarên Kurdan, bizanin ku êdî bi çekan pirsgirêk nayên çareserkirin. Ji ber vê em dixwazin her kes di vê kampanyayê de cihê xwe bigire.”

Di dawiya nîqaşan de nûnerê Tevgera Goran Siyamend Elî Mehmûd û Berpirsiyarê Ragihandinê yê Belakatê Mam Hesen îmzeyên xwe ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd avêtin.