Li Colemêrgê ciwanan Şoreşa Rojava silav kirin

Li Colemêrgê ciwanan Şoreşa Rojava silav kirin

Li Colemêrgê biboneya pîrozkirina 1’mîn salvegera “Şoreşa Rojava”agir dadan û Şoreşa Rojava silav kirin. Di pîrozbahiyê de polîsan êrîşî ciwanan kir û pevçûnê rû da. Pevçûnê heya direngî şevê dom kir.

Şeva din li bajarê Colemêrgê pişti xwarina fitarê li ber derê Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û li ber derê avahiya Zanîngeha Rektoriya Colemêrgê bi qasî 100 ciwan kombûn. Ciwanên ku kombibûn xwestin Şoreşa Rojava pîroz bikin. Ciwanan li ser rêya Derdorê rê li trafîkê girt û agir pêxistin.

Ciwanan bi sloganên 'Silav silav ji Rojava re hezar silav', 'Gelê Rojava ne bi tenêye', 'Bijî Rêber Apo' hatin qîrkirin û Şoreşa Rojava silavkirin. Demekê dirêj ciwana pîrozbahiya xwe pêkanîn û polîsan xwe li pîrozbahiyê negirt û bi bombeyên gazê êrîşî ciwana kir. Ciwana jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv da polîsan. Pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de heya dergiya şevê berdewam kirin.