Li Cizrê xwepêşandan didomin

Li Cizrê xwepêşandan didomin

Bi armanca piştgiriya bi Kobanê re li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi hezaran kesên daketin qadan, çalakiyên xwe yên şermezarkirinê didomînin.

Bi hezaran kesên li navçeyê Dortyol û Cadeya Nisêbînê çalakî li dar xistin, li ser rêyan bend danîn û bersiva êrîşên polîsan dan. Li navçeyê bênavber dengê çekan dihat, gel li hemberî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid, bi kevir, Molotofkokteylan bersiv dan.