Li Cizîrê şeva bi tevger
Li Cizîrê şeva bi tevger
Li Cizîrê şeva bi tevger
Li navçeya Şirnex Cizîrê, li dijî dorpêça polîsan a ji roja Çarşemê û vir ve li taxa Nûr û Dortyolê dimeşînin, ciwan daketin kolanan û di navbera wan û polîsan de pevçûn derket.
Ciwanan li dijî tîmên taybet ên polîsan li kolana Hezexê bend danîn û bi fîşekên hewayî û molotof kokteylan xwe li dijî êrişa polîsan parastin.
Polîsan di bûyerê de bombeya gazê û ava şid bikar anî û yekcaran xuya dikin ku polîsan guleyên rastî jî bikar aniye. Bûyerên li navenda navçeyê rû dan, heta derengiya şevê dewam kirin.