Li Cizîrê heta paşîvê pevçûn!

Li Cizîrê heta paşîvê pevçûn!

Li navçeya Şirnex Cizîrê, hejmareke zêde polîsên taybet duh êvarê bi maşînên zirxî ketin Taxa Nûrê û bombeya gazê avêtin welatiyên li parkekê bêhna xwe vedidan. Li ser vê yekê ciwanên Cizîrî jî bi kevir, fîşekên hewayî, bombeyên deng û molotofan dest li polîsên Tirk werdan.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, tîmên taybet ên polîsên Tirk ji du milan ve ketin Taxa Nûrê û bombeyên gazê avêt bi sedan kesên piştî fitarê ji bêhnvedanê li parka li Kolana Botaşê hatibûn cem hev. 

Tevî meha Remezanê, polîsan kolanên taxê di nava bombeya gazê de hiştin û li ser vê yekê ciwan daketin meydanê û bi kevir, fîşekên hewayî bombeya gazê û molotofan bersiv dan êrîşa polîsan. Di bûyeran de polîsan her weha gule reşandin.

Dengê fîşekan, bombeyên gazê û dengê bombeyên deng heta paşîvê dewam kir. Li ser nerazîbûna şêniyên rabûn sihorê, polîs neçar man ji Taxa Nûrê derkevin. Hat ragihandin ji ber teqîna bombeya deng polîsek bi sivikî birîndar bûye.