Li Cizîrê Dayikên Şemiyê aqubeta Fettah Erdem pirsî

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê aqubeta Fettah Erdem pirsî

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftane de aqubeta Fettah Erden ê ku di sala 1994'an de li naçveya Basa ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin pirsîn. Hevsera Erden Taybet Erdem diyar kir ku ew hestiyên hevserê xwe dixwaze û dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernade.

Dayîkên Şemiyên ên Cizîrê li ber Lîseya Cizîrê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin û rêveberên MEYADER'ê jî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de çîroka Fettah Erden ê ku di sala 1994'an de li naçveya Basa ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin hate xwendin. Hevsera Erden Taybet Erden,diyar kir ku hevserê wê ji aliyê leşkeran ve ji malê hate girtin û çareke din tu agahî ji wî nehatin girtin û wiha got:

"Tu sûcê hevserê min tunebû. Leşker bi ser mala me de girt û hevserê min birin. Ji wê rojê heta niha tu agahî em jê negirtin. Em nizanin li ku û çawa hate kuştin. Ez hestiyên hevserê xwe dixwazim. Em ne gor û ne jî cenazeyê hevserê xwe dît. Lê heta hestiyên wê em dibînin em dê lêgerîna xwe ya mafdar berdewam bikin û em dest ji doza xwe bernadin."

Piştre Rêvebera MEYADER'ê Vasfiye Avci axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Em li vî welatî aştî û azadiyê dixwazin. Em weke dayîk di vê rê de dê têkoşîna xwe ya mafdar berdewam bikin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûnşitinê pêk hat.