Li Cizîrê çalakiya Dayîkên Şemiyê

Li Cizîrê çalakiya Dayîkên Şemiyê

Çalakiya dayîkên Şemiyê ya vê heftiyê li Cizîrê ji bo Abdulkerim Kalkanê ku di sala 1993'an de ji aliyê leşkeran ve hatibû windakirin pêkhat. Hevjîna Abdulkerim Kalkan Zekiye Kalkan got: "Dema ku hevjînê min ji aliyê leşkera ve hat birin, roja din ez çûm min bi Temizoz re hevdîtin pêkanî. Temizoz ji min re got me hevjînê te serbest berdaye. Lê li ser bûyerê re 20 sal derbazdibin hin hevjînê min ne hatiye malê".

Her hefteyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ber derê Amadeyiya Cizirê Dayîkên Şemiyê kom dibin û li gel malbatên ku zarokên xwe di salên 1990 de windakirine çalakî lidardixin. Malbatên ku zarokên xwe windakirine wêneyên wan rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Abdulkerim Kalkanê ku di salên 1993'an de li Cizirê di encama serdegirtina mala de, ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin hate vegotin.

Hevjîna Abdulkerim Zekiye Kalkan serpêhatiya windabûna wî wiha şirove dike: "Di salên 1993'an de li gundê Mehmidî yê tevê malbata xwe di man. Di wê demê de di bin fermandariya Serpelê (Yuzbaşi) binavê Cemal Temizoz de li ser gundê me serdegirtin pêk hat. Di encama serdegirtinê de hemû zilamên gund komkirin. Serpel Temizoz nasnameya hevjînê min kir bihane û ew binçav kir. Rojên din ez çûm Tugaya Cizirê bi Temizoz re hevditin pêk anî. Ji min re got 'me hevjînê te serbest berdaye' Ez hatim malê. Di ser bûyerê re 20 sal derbaz dibin lê hevjînê min hîn ne hatiye malê. Niha jî Temizoz li Amedê di doza JİTEM de tê dadgehkirin di derbarê hevjînê min de hemû tişt îtiraf kirine. Lê dozger dibêje di derbarê bûyerên ku Temizoz li ser xwe îtiraf dike çi arşîv li gel me tune ye. Ji bo wê ji Temizoz nayê cezakirin."

Her wiha Kalkan diyar kir ku, ev 20 salin hevjînê wê li kuderê ye nayê zanîn û got: "Ev bê mafiye. Kesên ku windakirin pêktinin hemû tiştî li ser xwe îtiraf dikin çima nayên cezakirin. Ji bo me gorek jî ne hiştine. Hestiyên hevjînê min bidin min bila gorek wî ji çêbibe êdî". Di dawiya axaftina de çalakiya rûniştinê hat despêkirin û çalakî bi dawî bû.