Li Cizîrê aqûbeta Acar hate pirsîn
Li Cizîrê aqûbeta Acar hate pirsîn
Li Cizîrê aqûbeta Acar hate pirsîn
Dayikên Şemiyê ku her hefte li Cizîrê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên wenda bipirsin çalakî li dar dixin, vê heftê aqûbeta M. Emîn Acar ê ku di sala 1993'an ji mala xwe bi zorê hate girtin û bi îşkenceyê hate qetilkirin, pirsîn.
Dayikên Şemiyê ku her hefte li ber Amadeyiya Cizîrê ya li ser Kolana Orhan Dogan a Cizîra Şirnexê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên wenda bipirsin çalakî li dar dixin, vê heftê jî çalakî pêk anîn. Dayikên Şemiyê di çalakiyê de wêneyên wendayan hilgirtin. Di çalakiya ku rêvebirên KURDİ-DER'ê jî piştgirî dan de bûyera qetilkirina M. Emîn Acar ê ku di sala 1993'an ji aliyê leşkaran ve ji mala xwe hate girtin û bi îşkenceyê hate qetilkirin vegot. Hevjînê Acar Hakîme Acar, bûyera qetilkirina hevjînê xwe got û diyar kir ku di sala 1993'an de leşkeran bi ser gundê Guriza ya girêdayê navçeya Hezexê girtin û hevjînê wê yê ku nuh ji nexweşxaneyê hatibû girtine binçavan. Acar, wiha axivî: "Gelek leşker gund dorpêç kir û hemû mêr li cihekî kom kir. Çavê hemû kesan girêdan. Hevjînê min bi zorê ji malê derxistin, gomlekê wî li ser wî çirandin û çavê wî girêdan. Hevjînê min bi xwe re birin û li gel 2 kesên ku ez nasnakim anîn gund. Pişt re leşker hevjînê min jî girt û bi xwe re birin."
'EZ ÊŞA WÎ ROJÊ HÎN JÎ DIKIŞÎNIM'
Acar bibîr xist ku piştî çend rojê din gundiyan laşê hevjînê wê yê ku hatibû perçekirin dîtiye û diyar kir ku ji ber perçekirinê ew nikaribû hevjînê xwe nas bike. Acar wiha got: "Leşkeran laşê perçekirî yê hevjînê min li ber şikeftekî hiştibûn. Gundiyan perçeyên laşê hevjînê min xistin kîsan. Ji ber çavê min perçeyên laşê hevjînê min tu carî naçe. Ez êşa wî rojê hîn jî dikişînim. Êdî bes e! Çi zirara hevjînê min ji kesekî hebû? Ji ber ku tiyê min tevlî PKK'ê bibû hevjînê min kuştin. Em naxwazin êdî ev neheqî li holê bimîne. Em dixwazin bila kesên ku ev êşê bi me dane jiyandin bên darizandin. Bila edelet cihê xwe bibîne."
Piştî axaftinan girse 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.