Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şevê din polîsan di ser gelek malan de girt û 5 kes binçavkirin.
Yekîneyên polîsan şevê din li taxên Yafes, Sur û Nûr ên navçeya Cizîrê ya Şirnexê di ser gelek malan de girt. Tîmên taybet, polîsên sivîl û gelek polîsên din bi wesayîtên zirxî mal dorpêçkirin û pişt re di ser malan de girtin. Piştî lêgerîna malan 5 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn û 5 kes birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.
Navên kesên hatin binçavkirin wisa ne: Mehmet Çagdavul, Mehmet Seîd Arslan, Mehmet Zekî Ongun, Rênas Çetîn û Ebdurehman Onder.