Li Cizîrê 17 zarok hatin binçavkirin
Li Cizîrê 17 zarok hatin binçavkirin
Li Cizîrê 17 zarok hatin binçavkirin
Piştî qezeya gondol a li Parka Lunayê, polîsên hatin cihê bûyerê, bi maşîneyên zirxî mudaxaleyî komê kirin û di bûyerê de 17 zarok binçav kirin.
Di 2'emîn roja Cejna Qûrbanê de zarokên ku hatin Parka Luna ya li Navçeya Cizîrê, li gondola lîstikê siwar bûn. Dema zarok li amûra lîstikê ya gondol siwar bûn qeza rû da. Piştî qezayê, polîs bi maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê û bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyî komê kir.
Polîsan di mudaxeleyê de 17 zarokên temenê wan di navbera 7 û 11 salî de binçav kirin. Polîsan zarokên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.