Li çiyayên Kurdistanê dewreyek perwerdeyê ya Kurdî bidawî bû
Li çiyayên Kurdistanê dewreyek perwerdeyê ya Kurdî bidawî bû
Li çiyayên Kurdistanê dewreyek perwerdeyê ya Kurdî bidawî bû
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCKê ji bo peşxistina çand û zimanê Kurdî, li çiyayên Kurdistanê perwerdeya zimanê Kurdî dide. Li Dibistana Ehmede Xanî heta niha 16 dewreyên perwerdeyê pek hatiye. Dewreya 16. a binavê Şehîd Rojîn Gewda bi merasîmekê bidawî bû. Dewreya perwerdeyê du meh û nîvan dewam kir û 30 gerîla têde cihê xwe girt. Perwerdehî ji aliyê sê mamosteyên Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCKê ve hate dayîn. Di perwerdeyê de derbarê rast nivîsandin û xwendina Kurdî û rêzimanî de ders hatin dayîn.
Bi boneya bi dawî bûna dewreya perwerdeyê merasîma dayîna bawernameyan pêk hat.
Hevseroka Konseya KCK ê Besê Hozat û endama serokatiya gişti ya rêveber a KCK Sozdar Avesta û nîştecîhên herêmê tevlî merasîmê bûn.
Pêşî bawername li şagirtan hat belav kirin. Paşî Hevseroka konseya KCK Besê Hozat axaftinek kir.
Hozat peşî li ser tekoşîn û jiyana Şehîd Rojîn Gewda axivî ku navê wê dabûn dewreya perwerdeyê.
Hozat derbarê tekoşîna Rojîn Gewda ya ji bo jinên Kurd axivî. Hozat di axaftina xwe xwestek û daxwaza Rojîn Gewda ya ji bo çand û zimanê Kurdî anî ziman. Besê Hozat herî dawî ji şagirtên dewreyê xwest ku qadên biçinê li wir tişta ku ji dewreya perwerdeyê girtine pêk bînin.
Piştî axaftinan bernameya merasîmê bi xebatên çandê dewam kir. Şagirtan bi dilşadî li şanoya ku ji aliyê şagirtên dibistanê ve hat lîztin temaşe û guhdarî kir.
Piştî şanoyê gerîlayan govend gerandin û dawî li merasîmê hat.