Li çiyayan coşa 4’ê Nîsanê didome

Li çiyayan coşa 4’ê Nîsanê didome

Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Bi tevlibûna 150 gerîlayî 64’emîn rojbûna Ocalan bi coş û morelekî mezin hat pîrozkirin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayan ve pîrozbahî pêk hat. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre peyama Ocalan a Newroza Amedê hate xwendin.

Der barê wate û girîngiya rojê de Endama Dîwana Serokatiya Kongra-Hel Hacer Zagros axivî. Zagros cejna 4’ê Nîsanê ya Gelê Kurd pîroz kir. Zagros wiha got: “Ez 4’ê Nîsana şehîdên me yên qehreman, dayikên me û gerîlayan pîroz dikim.  Dixwestin me ji dîrokê paqij bikin. Lê pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destûr neda vê.”

Zagros wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wekr gelê Kurd ger îro vê rojê bi coşeke mezin dikarin pîroz bikin, bê guman em vê denyndarê rêbertiya xwe ne. Dîroka ku hatibû tunekirin, paqijkirin û reşkirin, bi berxwedana dîrokî ya ku Rêber Apo daye destpêkirin li ser axa Kurdistan û Mezopotamyayê nirxên mirovahî û mîrate hişt û em bi vê hatine vê rojê. Em li ber dayika Uveyş ku  derfetê vê dan me, re spas dikin.

Pasteya rojbûna Rêbetê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jia liyê ji aliyê Hacer Zagros, li ser navê Saziya Gaziyên Kurdistanê Hasan Cudî, ji Yekitiya Jinên Azad (YJA) Besê Erzîngan, Rûken Gever û Mahabat Soran ve hat birîn.  Dema paste hate birîn, gerîlayan dirûşimên ‘Rojbûna te pîroz be ey Serok ê Netewî, Bijî Serok Apo’ qêriyan.

Piştre hunermendê Başûrê Kurdistanê Hamît Mustafa û koma mûzîkê ya Rojava a Botan derket ser dikê. Pîrozbahî bi govendê dawî bû.