Li çiyayan coşa 4’ê Nîsanê

Li çiyayan coşa 4’ê Nîsanê

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çiyayên Kurdistanê bi coş ji aliyê gerîlayan ve tê pîrozkirin. Di pîrozbahiya bi boneya 4’ê Nîsanê pêk hat de bi sedan gerîla beşdar bûn.

Gerîlayên ku rojbûna Ocalan a 4’ê Nîsanê pîroz kirin, li gelek cihan şitilên daran çandin. Endama Dîwana Serokatiya Kongra-Gel Hacer Zagros di pîrozbahiyê de axaftinek kir û bal kişand ku rojbûna Ocalan ji bo gelê Kurd mîna mînadeke nû ye.

Zagros ku diyar kir ku 4’ê Nîsanê hêviya azadiyê nû ve şîn kiriye, diyar kir ku ji bo Kurdan roja ji nû ve jidayikbûnê ye û got: “Kurd ji ber vê yekê vê rojê weke cejnê pîroz dikin. “

Gerîlayan piştî axaftina Hacer Zagros, li baxçeyê bi navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye çêkirin şitilên daran çandin. Gerîlayên ku darên zeytûn, sêv, hinar û darên din çandin piştre li ber stranan govend gerandin. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.