Li Cezaa û Serêkaniyê çalakiyên YPG'ê

Li Cezaa û Serêkaniyê çalakiyên YPG'ê

Li gel berxwedana Kobanê, li Cezaa û Serêkaniyê jî şervanên YPG'ê derban li çeteyan dixin. Di çalakiyên li derdora Cezaa de 8, li Serêkaniyê jî 4 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku duh danê êvarê, li başûrrojhilatê Cezaa li derdora gundên Misterîha û Qadisiyê çalakî li hemberî çeteyan hatiye lidarxistin. 

Hat ragihandin ku di vê çalakiyê de wesayitek çeteyan hatiye rûxandin û 8 çeteyên têde hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku koma çete a bi hawara çeteyan hatin jî ket kemîna şervanên YPG/YPJ'ê û 4 ji wan birîndar bûn.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha ragihand ku  li başûrrojhilatê Serêkaniyê li nêzî gundê Dehma jî, li dijî komek çete ku di tevgerê de bûn çalakî hatiye lidarxistin. Navendê diyar kir ku bi qasî hatiye tespîtkirin di çalakiyê de 4 çete hatine kuştin.