Li Çelê veguhestina leşkerî
Li Çelê veguhestina leşkerî
Li Çelê veguhestina leşkerî
Li navçeya Colemêrg Çelê, bi maşînên zirxî veguhestina leşkerî hat kirin.
Liv û tevgera leşkerî ya di rojên dawî de li navend û navçeyên Colemêrgê zêde bûn, duh êvarê jî dewam kirin.
Ji aliyê Wanê ve hejmareke zêde maşînên zirxî ber bi aliyê Çelê ve birê ketin. Karwana leşkerî ya bi rêya bejahî diçû Çelê, ji aliyê gelek helîkopterên ji Tûgaya Komando û Çiyê ya Colemêrgê ve hat veguhertin.
Nehat zanîn ka di karwana leşkerî de çi hatiye veguhestin.