Li Çelaxa tangek komên çekdar hate derbkirin
Li Çelaxa tangek komên çekdar hate derbkirin
Li Çelaxa tangek komên çekdar hate derbkirin
Di pevçûnên dijwar ên ku di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de li derdora gundên Girhok, Elî Axa û baxçeyê Kelemen ên herêma Çelaxa de derketin didomin. Di pevçûnên ku tangek êrîşkaran hate derbkirin de, komên çete li hemberî berxwedana YPG’ê neçar man ku xwe paşve bikişînin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çekdarên komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam/ Eniya El-Nusra şevê din li gundê Girhok ku weke baregehekê bi kar tînin kom bûn. Heman koman piştre jî êrîşî bendên YPG’ê yên li ser rêya navneteweyî ku dikeve başûrê Girhok kirin. Hate ragihandin ku pevçûnên dijwar heta serê sibehê dom kirin.
Hate diyarkirin ku di saetên serê sibehê de jî komên Eniya El-Nusra bi çekên giran û tangan êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê ya di navbera gundê Yusufiyê û Elî Axa de kirin. Li gorî çavkaniyên herêmê di şerê dijwar de tangek komên çekdar hate derbkirin û komên çete neçar mane ku xwe paşve bikişînin gundên Girhok, Elî Axa û depoyên genim ên li gundê Til Elo ku her sê gundan jî weke baregeh bi kar tînin.
Hate ragihandin ku li herêmê pevçûn didomin.