Li Çelaxa pevçûn didomin

Li Çelaxa pevçûn didomin

Pevçûnên di navber hêzên Îslamî û Hêzên YPG᾿ê de li Derdor Til Elo, Girkok û Elî Axa bi awayekî demkî didome. Her wiha pevçûn li gundê Cedan ê di navbea Girkê Legê û Til Koçer jî dom dike.

Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Çelaxa li dijî komên çete ên girêdayî Cebhet El-Nusra/El-Qaîdeyê operasyonek mezin pêk anî. Di operasyonê de herêma Til Elo û Çerxerêya Tehûnê ya li ser riya navneteweyî ji ku ev salek bû di destê komên çete de bûn, ji êrîşkaran hatin paqijkirin. Hin komên çete xwe li gundê derdorê belavkirin. Di çarçoveya opersyona hêzên YPG᾿ê de pevçûn bi awayekî demkî derdikeve.

Pevçûn li derdora gundên Til Elo, Girhok û Elî Axa dom dikin û dengê guleyan ji herêmê tên.

Li aliyê din jî piştî ku YPG çeteyên El-Qaîda ji Gundê Siwîdîkê derxistin pevçûn bi awayekî demî li gundê Cedan ku di navber Girkê Legê û Til Koçer deye pevçûnên derdikevin.