Li Çelaxa pevçûn didomin

Li Çelaxa pevçûn didomin

Pevçûnên di navber hêzên YPG᾿ê û çekdarên Îslamî yên Cebhet El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam li herêma Çelaxa didomin.

Li gundên Girhok û Elî Axa yên girêdayî navçeya Çelaxa, pevçûnên ku beriya 5 rojan di navbera hêzên YPG᾿ê û  çekdarên Îslamî yên Cebhet El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam bi awayekî demî hîn didomin. Hate ragihandin di pevçûnên şevê din de ku heta serê vê sibê dom kir tu kuştî û birîndar çênebûn.

Şerê dinavbera YPG᾿ê û çekdarên Îslamî yên Cebhet El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam ji 17’ê mehê didomin û heta niha 12 şervanê YPGê jiyana xwe ji destdan û bi dehan endamê çetan hatin kuştin.