Li Çelaxa pevçûn bi dijwarî didomin: kuştî û birîndar hene
Li Çelaxa pevçûn bi dijwarî didomin: kuştî û birîndar hene
Li Çelaxa pevçûn bi dijwarî didomin: kuştî û birîndar hene
Pevçûnên li gundên Til Elo Xemir, Girhok, Elî Axa yên girêdayî bajaroka Çelaxa di navberê şervanên YPG᾿ê û çekdarên Cebhet El-Nusra bi dijwarî dom dikin. Kuştî û birîndarên komên çekdar hene.
Pevçûnên li gundên Til Elo Xemir, Girhok, Elî Axa di navbera şervanên YPG᾿ê û û komên çekdar ên girdayî Cebhet El-Nusra bi dijwarî didomin. Hate hînbûn ku di pevçûnan de gelek çekdar hatine kuştin û birîndar bûne. Her wiha 4 şervanên YPG᾿ê jî jiyana xwe jidest dane.
Pevçûn piştî ku komên çekdarên Cebhet El-Nusra li gundê Til Fatê êrîşî benda kontrolê ya kirbûn pêk hat.
Li aliyê din jî pevçûnên li gundê Hedad ê başûrê Tirbespiyê di navbera şervanên YPG û çekdarên Cebhet El-Nusra hîn didomin.
Li gorî agahiyên ku ji vê derê hatine bidestxistin çekdarekî El-Nusra hatiye kuştin û gelek birîndar bûne, her wiha wesayîtek doşka li ser hatiye ruxandin.
Li vê derê jî êrîşkrên ku rastî berxwedana şervanê YPG᾿ê hatine xwe vekişandin gundên Himeyri, Xizêla û Herme û ji vê derê êrîşî bendên YPG᾿ê dikin.
Li gorî agahiyan îro di saetên nîvor komên çekdar ên Cebhet El-Nusra ji aliyê bajarokê Til Hemîs dihatin herêmê êrîşî bernda kontrolê ya YPG᾿ê li gundê Hedadê kirin. li ser vê yekê pevçûn derketine.