Li Çelaxa du qadên din ketin destê YPG'ê

Li Çelaxa du qadên din ketin destê YPG'ê

Pevçûnên ku li herêma Çelaxa ya Girkê Legê di 16’ê Tîrmehê de bi êrîşên Cephet El-Nusra ya girêdayî El-Qaîdeyê re di navbera wan û YPG’ê de destpê kiribûn, didomin. Di pevçûnên şevê din de 2 cihên din jî ketin destê hêzên YPG’ê.

Di pevçûnên şevê din de jî, benzînxane, Mezraya Kelemê yên li ser riya Navteweyî ku di navbera Çerxerêya Tehûnê û Til Koçer de ne û dikevin bakûrê rojavayê bajêr, ketin destê hêzên YPG’ê. Hêzên YPG’ê her wiha Girê Fatê û gundê Girhok ku ew jî li heman herêmê ne dorpêç kirin. Hate ragihandin ku pevçûn cîh bi cîh dom dikin.

Komên bi navê Cephet El-Nusra, Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîladî Şam û hinek komên girêdayî ku hinek derdorên kurd jî di navde bûn, di 16’ê Tîrmehê de li herêma Çelaxa ya Girkê Legê êrîşî hêzên YPG'ê kiribûn û pevçûnan destpêkiribûn.

Di pevçûnên ku heta 21’ê Tîrmehê de gundên Til Elo ya Xemer, Til Elo ya Şemer, Til Elo ya Xiristiyanan, Xirab Bajar, Emarat, Kirho, parka di navbera Emarat û Kirbo de, gundê Siwêdiyê ku piranî welatiyên ereb lê dijîn, ji aliyê YPG'ê ve ji komên çekdar hatibûn girtin. Her wiha Çerxerêya Tehunû ya li ser rêya navnetewî ji  aliyê YPG-YPJ ve hatibû bidestxistin.