Li Çelaxa cih li çekdaran teng bû
Li Çelaxa cih li çekdaran teng bû
Li Çelaxa cih li çekdaran teng bû
Li herêma Çelaxa pevçûnên ku di 16'ê mehê bi êrîşên komên çekdar re destpê kiribûn, di roja 6'an de jî didome. Heta niha 7 gund ji aliyê hêzên YPG'ê ve ji komên çekdar hatine girtin û çembera li dora komên çekdar her ku diçe teng bide.
Piştî ku komên bi navê Cephet El-Nusra, Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîladî Şam û hinek komên girêdayî ku hinek derdorên kurd jî di navde bûn, li herêma Çelaxa ya Girkê Legê êrîşî hêzên YPG'ê kirin, pevçûn despê kiribûn didomin. Piştî pevçûnên dijwar, di roja 6'an de jî cîh bi cîh pevçûn li cihên cûda dom dikin.
Heta niha gundên Til Elo ya Xemer, Til Elo ya Şemer, Til Elo ya Xiristiyanan, Xirab Bajar, Emarat, Kirho, parka di navbera Emarat û Kirbo de, gundê Siwêdiyê ku piranî welatiyên ereb lê dijîn, ji aliyê YPG'ê ve ji komên çekdar hatine girtin. Her wiha Çerxerêya Tehunû ya li ser rêya navnetewî ji aliyê YPG-YPJ ve hate bidestxistin.
Pevçûnên herî dijwar jî di saetên serê sibehê yên 20'ê Tîrmehê de li Çerxerêya Tehûnê û gundênTil Elo qewimîn. Komên çekdar ji bilî van herdu cihan, ji aliyê gundên Xerab Bajar jî bi çekên suîkastê êrîş pêk anîn. Di pevçûnên li Til Elo ya Xemer de 7 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî agahiyên şervanên YPG'ê yên ku di heman pevçûnê de cîh girtine, dema yekîneyek YPG'ê nêzî gund bûye, lê nezaniye ku komên çekdar di gund de hene, rastî êrîşa çekdaran hatiye. Piştî vê êrîşê gund ji aliyê YPG'ê ve bi temamî hate bidestxistin.
Ji aliyekî din ve jiber top hawanê yê ji aliyê Cephet El- Nusra hatin avêtin li gundê Til Elo bidehan xanî rûxiyan û şewîtîn.
RÊYA NAVNETEWÎ DI DESTÊ YPG'Ê DE YE
Komên çekdar ji bo ku hêzên YPG'ê pêş nekevin, rexê rêya navnetewî ya dikeve aliyê Çelaxa ku hêzên YPG'ê lê bûn mayin kiribûn. Di pevçûnên li vir de jî kontrola rê ket destê YPG'ê. Taybetiya vê riyê jî ew e ku riyek navnetewî ye û duryana riyên Iraq, Şam, Qamişlo, Hesekê û Çelaxa ye.
Di pevçûnên gundên Til Elo û riya navnetewî de komên çekdar gelek windahî dan û ji herêmê reviyan. Komên jir derketin niha li depoyên genim ên nêzî Til Koçer bicîh bûn. Her wiha hinek jî reviyane Til Koçer. Komên ku reviyane depoyên genim car caran bi çekên sûikastê dixwazin êrîş dikin, lê berxwedana hêzên YPG'ê tên.
Li aliyê Siwêdiyê jî pevçûnên herî dijwar di 19'ê Tîrmehê de qewimîn. Di van pevçûnan de 5 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Di van pevçûnan de jî komên çekdar 15 kuştî dan û ji gund reviyan. Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku şevêdin jî li nêzî gundê Siwêdiyê cîh bi cîh pevçûnan dom kiriye.
YPG'Ê DOR LI HERÊMÊ GIRT
Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku gundên Girhok, Elî Axa, derdora Siwêdiyê car caran pevçûn derdikevin. Lê ji gundê Hedadê heta Siwêdiyê herêmeke mezin di bin kontrola YPG'ê de ye û dikare bê gotin ku ji bilî Girhok û Elî Axa, bajarê Til Koçer ku li ser sînorê Iraqê ye û gundên derdora wê jî di çembera YPG'ê de ye.
ALÎKARÎ JI ÇEKDARAN JI DÊRA ZOR Û IRAQÊ TÊ
Li gora çavkaniyên YPGê komên çete yê giridayî El- Qaîde alîkarî ji Dêra Zorê ji ser riya Hesekî digrin, ku vê herema dibin kontrola ev koma deye. Dîsan çavkaniyên heremî didin diyar kirin ku ji aliyê El- Qaîda Iraqê bi rêya deriyê sînor yê Rabîa cebxane ji bo komên çeteyan tê.