Li Çelaxa 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Li Çelaxa 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Li Çelaxa 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Li Mezraya Kelemen a li ser riya navnetewî ku dikeve navbera Til Koçer û Çelaxa, komên Eniya El-Nusra bi hawanan êrîş benda YPG’ê kirin. Di encama êrîşê de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de nûçegihanê ANHA’yê ku pevçûn dişopandin jî birîndar bû .
Li gorî agahiyan, îro di saetên piştî nîvro de benda li Mezraya Kelemen ku di saetên serê sibehê de ketibû YPG’ê, rastî êrîşa bi hawanan a Eniya El-Nusra hat. Di êrîşa ku hate gotin ji aliyê depoyên genim ve hatine avêtin de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn. Her wiha nûçegihanê ajansa ANHA’yê Ekrem Berekat ku di wê demê de pevçûn dişopandin jî bi perçeyên hawanê bi sivikî birîndar bû.
Hate ragihandin ku li herêmê pevçûn didomin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê û 4 birîndar rakirin nexweşxaneyê. Lê di rê de şervanekî din jî jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku rewşa birîndarekê jî giran e. Navên şervanên YPG’ê nehatin hînbûn.
Nûçegihanê ANHA’yê Ekrem Berekat jî piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hate derxistin.