Li çar aliyên Ewropayê çalakî
Li çar aliyên Ewropayê çalakî
Li çar aliyên Ewropayê çalakî
Bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê û ji bo hêzên navneteweyî li dijî DAIŞ’ê bikevin nava tevgerê çalakiyên li Ewropayê hatin destpêkirin didomin.
MANNHEIM
Li Mannheîmê qada Parade ev du roj e çalakiya Kurdan didome. Navenda Civaka Kurd Ludwigshafen-Mannheim û Yekîtiya Hêza Demokratîk a Mannheim bi hev re çalakî organîze kirin.
Kurd saet 16.00’an li qadê hatin cem hev û heta saet 20.00’an mîtîng berdewam kir. Gelek belavok hatin belavkirin û her wiha di mîtîngê de peyamên ATIF/ATIK, DIDF, ADHK, FEDA hatin xwendin.
KOLN
Li Kolnê jî bi armanca şermezarkirina DAIŞ’ê ev du hefte ne gel li qada ye. Li ber Dêra Dom û stasyona trênê kon hat vekirin û bi sedan kesî kon ziyaret kir. Di saetên êvarê de bi tevlîbûna sedan kesî çalakî pêk hat. Di axaftinên hat kirin de banga alîkariya lezgîn hat kirin.
Çalakger dîsa derbasî kon bûn û gotin wê çalakiya xwe li vir berdewam bikin.
HILDESHEIM
Li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê jî bi heman armancê meş û mîtîng pêk hat. Bi sedan kesên li ber gara trênê hatin cem hev heta qada Hîndengburgê meşiyan. Li vir daxuyaniya NAV-DEM’ê amade kiribû hate xwendin. Her wiha ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin.
STUTTGART
Li Stutgartê li qada Schlossplatz Kurdan ji bo Kobanê çalakî dan destpêkirin, her roj bi sedan kesî kon ziyaret kir û bi sedan kesî li cihên cuda yên bajar çalakiya bêîteatiyê pêk anî.
Duh jî nêzî 2 hezar Kurdî li gara trênê çalakiya rûniştinê pêk anîn û rê li trafîkê girtin.
KLEVE
Li bajarê Kleve yê Elmanyayê bi armanca piştevaniya bi Kobanê û Şengalê re meş pêk hat. Nêzî hezar kes tevlî meşê bûn. Di axaftinên hatin kirin de banga mudaxaleya lezgîn hat kirin.
FRIEDRICHSHAFEN
Li bajarê Frîedrîchshafen ê Elmanyayê jî ciwanên Kurd ji bo Kobanê çalakî pêk anîn. Kurdên li ber Komeleya Dostaniya Kurd-Elman hatin cem hev heta stasyona navendî meşiyan. Nêzî sed kes tevlî çalakiyê bûn.
MAINZ
Li Maînz komeke ciwanên Kurd li stasyona trênê çalakî pêk anîn. Ciwanên alên PKK’ê vekirin perona numara 3 dagirkirin. Polîs hatin cihê bûyerê û çalakgeran di çalakiya xwe de israr kirin. Li ser vê polîsan nasname kontrol kirin.
HAMBURG
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê jî bi tevlîbûna hezaran kesî bi armanca komkujiya Parîsê ronî bibe çalakiyên roja Çarşemê pêk tên û piştî vê çalakiyê meşek pêk hat. Duh êvarê parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr û Chrîstîane Schneîder û nûnerên Navenda Civaka Demokratîk maseyeke krîzê ava kirin.
KARLSRUHE
Li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd ve li navenda bajar ji bo Kobanê çalakî pêk hat. Çalakiya saet di 18.00’an de destpê kir heta 21.00’ê berdewam kir.
LI HAMELNÊ ÇALAKIYA XWEDÎDERKETINA LI KOBANÊ
Kurdên li Elmanyayê ku zêdeyî hefteyeke li ser piyan e, li her bajarî çalakiyên bêîteatiya sivîl lidar dixin û li hemberî komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê banga hişyariyê dikin. Yek ji cihê van çalakiyan bajarê Elmanya Hamelnê ye, ku hejmareke zêde Kurdên Êzidî lê dijîn. Kurdistaniyên li ber Hauptbahnhof a bajêr hatin cem hev bi dirûşmayan heta navenda bajêr meşiyan.
BIELEFELD / HANNOVER
Li bajarên Elmanya Bielefeld û Hannoverê jî komên ji ciwanên Kurd, di heman demê de navendên partiyên SPD û CDU yên hevparên hikûmetê ne, dagir kirin. Li Hannoverê saet di navbera 11.00-17.00'an de 18 ciwanên Kurd avahiya CDU dagir kirin û li vir bi Wekîlê Serokê Koma CDU ya Hannoverê Dirk Topffer re rûniştin. Li Bielefeldê jî saet di navbera 11:30 û 15:30 de komek ji ciwanên Kurd navenda partiya SPD dagir kirin û bi Serokê SPD yê Bilefeldê Marcus Lufen re hevdîtin kirin, daxwazên xwe bi dosyayekê ragihandin. Her du çalakî di çapemeniya Elman de eleqeyeke mezin dîtin.
BASEL
Li bajarê Swîsre Baselê bi pêşengiya Ciwanên Azad li yek ji kolana herî qelebalix a bajêr bi sedan Kurdistanî civiyan, daxuyaniyek dan çapemeniyê û bal kişandin ser bûyerên li Kobanê û Tirkiyeyê.
CENEVRE
Li herêma Cenevreyê jî ku bênavber çalakî tên lidarxistin, Kurdistaniyan duh jî li ber gara Cenevreyê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Bi sedan kesên beşdarî çalakiyê bûn destnîşan kirin ku ew ê çalakiyên xwe yên li qadan her roj dewam bikin.
DELOMONT
Bi armanca balkişandina ser rewşa li Kobanê bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê, nêzî 100 Kurdistaniyan li gara navendî ya Delomontê çalakiyek lidar xistin.
ZURICH
Bi dehan ciwanên Kurd, ji bo êrîşên DAIŞ'ê bên rawestandin li ber parlamentoya herêmî ya Zurichê dest bi çalakiya nobetê kirin. Ciwanan destnîşan kir ku heta di mijara Kobanê de çareserî bê dîtin ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
LIEGE
Li bajarê Belçîka Liegeyê di çalakiya Çarşemê ya her hefteyê de êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê hatin şermezarkirin. Di çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Liege ve li meydana Saint Lamert a bajêr hat lidarxistin de berxwedana YPG/YPJ'ê hat silavkirin.
AVIGNON
Nêzî 200 Kurdistaniyên li bajarê Avignon ê Fransayê dijîn jî, li gara trenê, çalakiya xwedîderketina li berxwedana Kobanê lidar xistin.
STRASBOURG
Ciwanên li Strasbourgê duh êvarê rêya tramvayê birîn û çalakiyek lidar xistin. Di aloziya li vir derket de polîsên Fransayê çalakgerek kirin binçavan. Wekî din di çalakiya edaletê ya duh li Strasbourgê li ber Konsolosxaneya Tirk de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin.
LEFKOŞA
Li paytexta Qibris Lefkoşayê jî çalakiya ji bo destekkirina Kobanê hebû. Bi sedan kes bi meşaleyan ji termînala bajêr meşiyan.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêd Stockholmê çalakiya destpêkê saet di 17:00 de li qada Mynttorge a li ber Parlamenta Swêdê pêk hat. Çalakiyeke din jî ji aliyê komeke ji jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî li Gara Trênê ya Stokcholmê saet di 17:30 de hat lidarxistin.
MALMO
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Qada Mollevångstorget a bajarê Malmo saet di 16:00 de Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev û destek dan berxwedana mafdar a gelê Kobanê.
OREBRO
Danê êvarê li Qadaa Voghustorget a bajarê Orebro jî, bi sedan Kurdistanî hatin cem hev û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê protesto kirin. Di dema çalakiyê de komek ji 20 ciwanan, rêyeke nêzî qada çalakiyê ji bo demekê li trafîkê girt.
BORLANGE
Komeleyên Kurd ên li herêma Dalarnayê, li bajarê Borlange bi beşdariya bi sedan kesî xwepêşandanek li dijî DAIŞ'ê organîze kirin.
GAVLE
Li bajarê Gavle jî ciwanên Kurdistanî, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê û destekkirina berxwedana gerîlayên YPG/YPJ'ê li stasyona trênê ya li navenda bajêr çalakiyeke rûniştinê lidar xistin. Di çalakiyê de li ser rewşa li Kobanê axaftin hatin kirin û belavok hatin belavkirin. Ciwan piştre ber bi navenda bajêr ve meşiyan û bi dirûşmayan dawî li çalakiya xwe anîn.
SKAVSTA
Piştî Balafirgeha Arlanda, Balafirgeha Skavsta ya li nêzî Stockholmê jî duh êvarê saet di 22:30 de bû qada çalakiyê ya Kurdistaniyan.
LÎNZ
Li bajarê Awûstûrya Lînzê jî nêzî 800 kes di çalakiya ji bo Kobanê de hatin cem hev. Kurdan di çalakiya li vir de êrîşên il hemberî Kobanê û bêdengiya raya giştî protesto kirin û heta Hauptplatzê meşiyan, li vir mîtîngek lidar xistin. Mîtîng bi dirûşmayên li dijî DAIŞ'ê bi dawî bû.
INNSBRUCK / GRAZ
Li bajarê Awûstûrya Innsbruckê, komek ji Kurdistaniyan li ber Landestheather kon veda û dest bi greva birçîbûnê kir. Li Grazê jî li meydana Hauptplaztê ji bo agahdarkirina raya giştî li ser mijara Kobanê, stand hat vekirin.