Li Brukselê alarma ewlekariyê di asta herî bilind de ye

Li Belçîkayê, alarma ewlekariyê ku ji ber gefa êrîşê di asta herî bilind de hat ragihandin, di roja sêyemîn de dewam dike.

Li Belçîkayê, alarma ewlekariyê ku ji ber gefa êrîşê di asta herî bilind de hat ragihandin, di roja sêyemîn de dewam dike.

Roja Yekşemê li herêma paytext Bruksel û bajarê Charleroî, polîs û leşker bi wesayîtên zirxî daketin kolanan û dest bi operasyonê kirin. Di dema operasyona danê êvarê de Polîsê Federal xwest ku di organên weşanê û tora medya civakî de agahiyên aktûel ên li ser operasyonê neyên weşandin.

16 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Di operasyona ku heta nîvê şevê hat meşandin de polîsan avêtin ser 19 adresên li navenda Brukselê û şeş komunan. Li bajarê Charleroî jî li 3 navnîşanan serdegirtin hat kirin. Bi giştî 16 kes hatin binçavkirin.

Dozgeriya Federal da xuyakirin ku lêgerîn bêpirsgirêk derbas bûye, bi tenê li komuna Molenbeekê wesayîtekê bi ser hêzên ewlekariyê de ajotiye. Piştî ku hêzên ewlekariyê gule teqandin, kesê nasnameya wî nehat aşkerakirin reviya, lê di demeke kukrt de hat girtin.

Dozgeriya Federal ragihand ku di nava binçaviyan de kesê bi navê Salah Abdeslam ê tê gotin tevlî komkujiya li Parîsê bûye, nîne. Polîsê Fransa û Belçîka bi rojane li Abdeslam digerin. Gelek organên medyayê dibêjin ku Abdeslam di operasyona li Belçîkayê de reviya ye û ber bi Elmanyayê ve çûye.

Rojnameya "Le Dernîere Heûre" da zanîn ku bersûcê komkujiyê roja Yekşemê saet di 19:30 de di hundirê wesayîteke bi tîpa BMW li Rocoûrtê hatiye dîtin û ber bi Elmanya ve çûye. Di vê navberê de li herêma Brukselê asta alarma ewlekariyê roja Duşemê jî di asta herî bilind "4" de ye.

Dibistan, zanîngeh girtî ne, metro jî naxebitin.