Li Brandenburg Tor çalakiya Kurdistaniyan

Li Brandenburg Tor çalakiya Kurdistaniyan

Bi dijwarbûna êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê re, Kurd û dostên wan ên li Berlînê li Brandenburg Tor, civiyan.

Xwepêşandêrên li ber Meclîsa Federal, Sefaretxaneyên Bilind ên DYA, Rûsya û Fransayê hatin cem hev, di serî de hikûmeta Merkel bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku bi lezgînî dest li rewşê werdin. Danê nîvro hejmara xwepêşandêran zêde bû û bênavber dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Faşîzma DAIŞ'ê bisekinînin" û "Tirkiye destek dide DAIŞ lê dide" tên qîrîn.

Her wiha di axaftinên bi zimanê Elmanî re hovîtiya DAIŞ'ê tê vegotin û nerazîbûn li bêdengiya welatên rojavayî tê nîşandan. 

Tê payîn ku xwepêşandêr piştî nîvro ber bi avahiya Wezareta Karên Derve ve bimeşin.

Li aliyê din li Oldenburgê îro saet di 16:00 de wê li Bahnhofvorplatzê meşek bê lidarxistin.