Li Bismilê termek hate dîtin

Li Bismilê termek hate dîtin

Li devera gundê Aslanoglû yê ser bi girêdayê Bismilê ve, termê zilamekî ku rûyê wî neyê naskirin hate dîtin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li devera gundê Aslanoglû ya girêdayî navçeya Bismila Amedê, di demjimêrên şevê de welatiyan termê zilamekê dît û agahî dan cendirmeyan. Yekîneyên cendirmeyan ên hatin cihê bûyerê dan diyarkirin ku, termê zilam aydê Remezan Budak (50) yê ji gundê Tezeka ji bo şivantiyê çûbû gundê Aslanoglû ye. Piştî hûrkolînên li cihê bûyerê ji bo otopsiyê cenazeyê Budak rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Li gorî agahiyên destpêkê hate hînbûn ku, li ser serê Budak şopa lêdanê heye.